Rojakê ji konfinçyû re tê pirsin: Heke ku ji bo rêvebirina welatekî hûn bihatına ve xwandin tiştê pêşîye ku dê we bikir aniba wê çi bûya.
Konfiçyûs wiha bersiv dide bêguman min dê bala xwe bidaya ser ziman, paşi min dê dest bi kar bikira. Lewra heke ku ziman bi gusûr be peyv u nêrîna mirov baş venabêje nerîn baş nayê vegotin tiştên divê bên kirin rast nayên kirin desthilati û çand xirab dibe adalet dikeve riyeke şaş. Miletê dikeve nava şaşti û nezaniyê nizane çi bike û nizane bê ka ber bi ku ve diçe ji ber vê yekê ye ku tu tiştek ji ziman giringtir nin e.
Çand û ziman rengê jiyana miletekê nirxen wi miletî yên madi û manewi di nava xwe de dihewine zimanê miletekê ola wî orf û edetên wi tişten sereke yên çanda wi mileti ne çand hemû têkilîyên di jiyana mirovan de pêk tine ji ber vê yekê ziman û çand di nava hev da ne .
Çanda miletekê bi ber hemên wê yên ku bi destpêka dirokê de pêk anine pêk tê miletan ziman û çandaxwe di nava domana demê de hêdî hêdî nexişandine bi vî rengî pêk anine.
Li ser vê mijarê aş cara yekem li KURDİSTANÊ avabûye her wiha destar teşî û gelek tiştên din ev tev çanda kevnare ye gelê kurd in û ev çanda çandiniyê ya gele kurd nîşanî me dide tabî vê yêke bandoreke mezin li ser ziman ji kiriye yanî dema ku ev tişt çêbûne bi xwezayî nav jê re lazım bûne dema ku nav lê hatinekirin naven kurdî zêde bûne yani hêma di ber xwe de pêk nehatine heta ku ziman û çand pêk hatine bi sedan sal derbaz bûne .
Miletên çiyayî her tim xwedi çandeke dewlemend in di nava xwezayê de her tiştê xwe bi xwezayê pêk anine û pêk tînın yanî tiştê wan ne qopiye ne ji yekî din girtine bixwe pêk tînin peyvên wê navên wê bixwe çêdikin ev yek jî dewlemendiyeke din dide zimanê KURD an dibê malê wan gelê kurd ji di vi wari de xwedi çandeka gelek dewlemend e .
Van yekan dewlemendiyeke gelek mezin daye zimanê kurdi jî lê belê dewlemendiya herî mezin gotinên pêşiyan ,çirokan , destanan , stran û govendên kurdan daye zimanê kurdî û zimanê kurdi parestiye mirov dikare bibejê zimanê kurdî di gotinên pêşiyan biwêjan çîrok stran û govendên kurdan de hatîye parastin çawa ku çiyan KURD parastine wisa wan yekan jî zimanê kurdî parastîye .
Heke ku miletek di warê çandê de pêş ketibê û gehîştibe asteke bilind zimanê wî mileti ji dê li gor çanda wî bi pêş bikeve û bigehîje asteke bilind ji ber ku di hemû çalakiyên çandê de ziman heye.
Nirxên çandî yên miletekî bi riya ziman ji ferdên wî miletî re tên ragihandin ji ber ku fikirandina mirov tenê bi ziman çedibe miletên ku zimanê xwe negehînin asteke bilind nêrîn fikir û ramanên wi miletî jî de teng û girtî bin. De ew milet tim li paş mayî bimîne ev yek tesîra xwe li ser hemû çanda wi miletî jî dike ji ber vê yakê ziman û çand ji hev û din nayên cudakirin û bi hev re peşdikevin.
Wekî me li jor jî anibo ser ziman dema ku em li gotinên pêşiyan yên kurdan dinêrin dewlemendiyeke bê hed û hesab dibînin. Ev gotinên pêşiyan hem aqil didin mirov, hem jî hêza xurtkirina ziman, çend mînakan bidim dê mijar baştir were fêm kirin ‘Aqile sivik barê girane’ kêm bêje zêde bike ‘kesadî çêdike fesadî‘ ‘jin stûna malê ye ‘ ‘gotina xweş bihara dîlan e.
Mirov kuştîyê şêran be, ne girtiyê roviyan bi vi rengî bi hezaran gotinên pêşîyan ên kurdan hene. Dıvê ku axivtina wi zimanî ji xwe re wekî serbilindiyekê, wekî serfiraziyekê û wekî hebûna xwe bibînin qîmet bidin wî zimanî û pewîst bibînin ku wî zimanî bi serbilindî nîşanî zarokên xwe jî bidin û derbazî nifşên nû bikin zimani dayîkê wekî şîrê dayîkê şirîne…