Kürt Dil Bayramı dolayısıyla Belediye Eş Başkanı M. Sıddık Akış, Başkan Yardımcısı Hatice Ücal, DEM Parti il başkanı Kadir Şahin, İl Genel Meclisi, Belediye Meclis Üyeleri, KESK, Eğitim-Sen, DİSK, Barış anneleri ile parti yöneticilerinin katılımıyla basın açıklaması yapıldı.
Eski belediye binası önünde düzenlenen etkinlikte halaylar çekildi yoldan geçen vatandaşlar ile esnaflara broşür dağıtıldı. Çarşı merkezinde yapılan yürüyüşte sık sık “Bê Ziman Jîyan Na Be, Zimanê Me Rumeta Me ye” sloganları atıldı.
Burada basın açıklamasını Kürtçe okuyan DEM Parti İl Başkanı Kadir Şahin,” Kürtçe için verdikleri mücadeleyi ve anadilin önemine dair konuştu.
Başkan Şahin,” Di sînorên dewletek de ji xeynî zimanê ku dewlet hilbijartîye, hemû ziman di bin xetereya wendabûnê de ne. Asîmîlasyon û otoasîmîlasyon wisa dike ku zimanê zikmakî dikare bi pêvajoyeke xwezayî cîhê xwe ji zimanekî bîyanî re bihêle. Herwiha miletên ku di ziman û çanda xwe de paş dikevin mahqum in ku di qadên din ên jiyanê de jî paş bikevin. Aliyên ku naxwazin zimanê Kurdî jî bi pêş bikeve û geş bibe, dixwazin di hemû qadên jiyanê de paş bikeve û ji holê rabe. Piştî damezrandina komara Tirkiyeyê bi encama polîtîkayên asîmîlasyona sîstematîk a li ser Kurdan cih li zimanê Kurdî teng kiriye û zimanê Kurdî di sînorên welatê xwe de, di warê perwerde, aborî, civakî ve cîhê xwe bi giranî ji Tirkî re hiştiye.
Ev serpêhatiya ku bi cezayê pereyan, zindan û lêdanê dest pê kiriye îro jî cihnegirtina Kurdî a di xûtbeyên diyanetî, alîkariyê tendirûstiyê, astengkirina şanoyên bi Kurdî, nenasîna zimanê Kurdî a di xizmetên civakî de wekî berdewamiya zexta li ser Kurdî nîşan dide ku ziman bi taybetî zimanekî bindest ne tenê ji bo têkîlî û jihevfamkirinê ye, ew helwestek û nasnameyek e. Ev jî tê wî wateyê ku mijara ziman ji bo civakek xeta hebûn û tunebûnê ye.
Piştî damezrandina komara Tirkiyê ku bi polîtîkayên xwe rê li ber vê asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê vekiriye, di demeke kurt de di 15ê Gulana 1932an de rewşenbîrê Kurd Celadet Elî Bederxan û hevalên xwe li Şamê dest bi weşana kovara Hawarê kirine. Ev roj gavekî dîrokî ye û ji bo Kurdan cihekî xwe yê girîng heye ku kovarek yekem car bi alfabeya latînê çap bûye, mijara alfabeya latînî ji bo zimanê kurdî zelal kiriye û berê xwe daye çand, ziman û folklorê; Berhevkirina mîrateyên çand û zimanê Kurdî. Her wekî ku bi destpêka xwe ya “ Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re rêya felat û azadiyê vedike.” ji bo me destnîşan dike, ji bo Kurdistanê bûye dengê cîhanê, ji aliyê siyasî, çandî, edebî ve ji bo hemû Kurdan bûye deriyekî zanînê. Rêya tunekirina civakek tunekirina zimanê wan e. Vê rastiyê ji bo me bi gotina “ ziman şertê heyîna pêşîn e” ji me re girîngiya parastina ziman, zanîn û heqîqetê destnîşan kiriye. Piştî tekoşîna bîst salan tekoşîna gel encam da û di 2006an de îradeya daxûyandina cejna zimanê Kurdî derket holê. Ji 2006an ve her sal di 15ê gulanê de cejna zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Her çiqas piştî darbeya 2016an hatibe xwestin ku ev îrade ji holê bê rakirin jî îro bi awayekî xurtir li ser dika gel in. Ji 2006an û vir ve zexta li ser zimanê Kurdî qet kêm nebûbe jî têkoşîna gele Kurd jî qet ranewestiya. Zimanê Kurdî Ji aliyê wêjeyî û zanistî ve her pêşvetir çû û dê pêşvetir jî biçe.
Rastiyeke berçav e ku di sedsala 21an de parastina zimanek bi rêya perwerdeyê pêk tê, zimanê ku ne fermî ye nikare di jiyana rojane de cihê xwe bigire. Li Bakur ji salên destpêka damezrandina komarê heta salên 90î qedexeya Kurdî ji aliyê dewletê ve dihat bilêvkirin lê Pratîkên heyî hêjî nîşan dide ku Kurdî qedexe ye, lê tenê nayê bilêvkirin. Azadiya Kurdî tenê ne serbestiya axaftina li kolana ye, divê di her qadên jiyanê de rê li ber geşedana wî bê vekirin.
Em wekî Partiya DEMê dê têkoşîna me her bi daxwaza, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, astengiyên li hemberî xebat û geşedana Kurdî berdewam bike. Di salvegera 92. a derketina kovara Hawarê de Em bejna xwe di serî de Celadet Elî Berdixan û li ber hemû pêşengên ku bûne sedema vê rojê ditewînin. Cejna zimanê Kurdî li hemû kedkar û xemxûrên zimanê Kurdî, dayîk, ciwan û zarokên Kurdan pîroz dikin.
Ji bo serbestî û azadiya zimanê kurdî, her dem û li her derêtêkoşîn, têkoşîn, dîsa têkoşîn!