piştgiriya saziyên demokratîk ve ku zimanê dayikê perwerde ji pêşdibistanê heya zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê û her wekî din jî ku zarokên Kurd ji pergala pişaftinê bên rizgarkirin kampanyayek berfireh hat meşandin.
Li ser vî esasî tevî saziyên demokratîk me rojên pêşî hevdîtinek bi gerînendeyê perwerdeyê yê bajêr û alîkarê waliyê Colemêrgê re çêkirin. Daxwaza perwerdeya zimanê dayîkê li wan jî hat kirin. Di encama vê xebatê de qasî 1o.ooo destnîşan hatin komkirin.
Ji bo ku van daxwaznameyan radestî gerînendeye perwerdeya Colemêrgê bikin em bang li gele xwe dikin ku sibê saet 13:00 de li ber deriye şaredariyê amade bin û meşekî girseyî em daxwaznameyan bibin radestî mıdûryeta perwerdehiyê bikin. . Xwedî derketina ziman erkekî ehlaqî û vijdanî ye.
Ji bo ku ev kampanya me deng bide em tevahiya Gelê Colemêrgê vedixwînin vê çalakiyê.
TZP-KURDÎ / KURDÎ-DER / EGÎTÎM-SEN ŞAXÊN COLEMÊRGÊ
DEM : 16.09.2013
CIHÊ KOMBÛNÊ : LI BER AVAHIYA ŞAREDARIYÊ
SAET / DEMJIMÊR : 13:00’ DE