Celebek kurdên li ser ola Ezidatîyê li ser eywanê û celebek ji kurdên soranî axêv û mislman, li hewşê bêyî ku haya wan ji hev hebe ku yên li henberê wan Kurdin, bi fîşekên hewayî bera hev didin û bi almanî sixêf û dûjûnan li hev didin. Her ku diçe dujmûnên wan tujtir dibin û dawîyê yên eywanê dadikevine jêr û êrîşî yên li hewşê dikin.
Di navbera wan de dibe şer û pevçûn, lihev dixin û çend serî, kep û bêvlan ji hev dişkênin. Pêre hinek kurdên herdu celep nas dikevin navbera wan û berevanîyê dikin. Herdû celeb bi berevanan re kurdî taxêvin, bi axaftina Kurdî herdu celeb pê dihesin ku heylolooo yên henberên wan kurdin ! bi wê pê hesîyanê,
Kirinên xwe poşmandibin, tê borînê ji hev dixwzin, hevdû hinbêzdikin, bi li hev xistina qedehên vîskî, uzoo bîra û şeraban sala hev ya nû pîrozdikin û bi hevre govendê digirin, bi kêyf, xweşî û bi bratî dikevin sala nû.
Hêvîdarim dê ev qewimîna sersala par ya di navbera herdû celebên kurdan, di sala nû de bibe nûmûneyek jibo hemû kurdan. Ew jî di sala 2013 dê zayînî ji dest dijminahî û arêşeyên navberaxwe bidin alîykê, hevdû hibêzbikin, henber neyar û dijminan govenda kurdistanî bigirin... Bi vê hestê sersala hemû Kurdistanîyan bi malbata xweve bi dilûcan, pîrozdikim. Hêvîdarim dê sala nû bibe sala hev hinbêzkirin, aşitî û govenda bratîya kurdan ya rasen.